شبكة لالش الاعلامية

Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê

Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ku endamê polîtburoya PDKê ye jî, bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

“Bi boneya bîranîna 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê, partiya Kurdinî û berxwedanê, herwiha salvegera roja ji dayîkbûna Serok û Rêberê me Mesûd Barzanî germtirîn pîrozbayî li cenabê Serok, endam, alîgirên PDK, Pêşmergeyên qehreman, malbetên serfiraz ên şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.

Hêvî dikim ev bone bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û jiyaneke bextewertir , aştî, avedanî û aramiya zêdetir bo welatê me.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Lalish Duhok

Barzanî: Nabe hêzên ne yasayî li Şingalê hebin

Lalish Duhok

Pîrtirîn jina cîhanê, kurdeka êzîdî ye – 130 salî ye!

Lalish Duhok