شبكة لالش الاعلامية

Rûsya: 2 hezar çekdar ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane Ewropayê

Rûsya: 2 hezar çekdar ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, ragihand di heyama çend salên bihûrî de, nêzikî du hezar çekdar ji Sûriye û Iraqê vegeriyane welatên Ewropayê.

Ji Cîgirên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Olîg Sirîmolotov, ji medyayawî wî welatî re diyar kiriye, “Ne Amerîka, ne Ewropa û ne welatên Asyayê, ti welatek ji terorîstan parastî nîne.”

Wî berpirsê rûsî herwiha ragihandiye, “Ji ber ku di maweyê çend salên bihorî de nêzikî du hezar çekdar ji grûpên terorîst ku li Iraq û Sûriyê beşdarî şer bûne, vegeriyane Ewropayê.”

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê sala 2011an, bi hezaran kes ji welatên Ewropa û cîhanê bo beşdariya nav grûpên çekdar berê xwe dan wî welatî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Iraq ji bo vegera koçberan a ji sînorê Lîtvanya asankariyê dike

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazekê ji xelkê Kurdistanê dike: Vaksînê werbigrin

Lalish Duhok

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Lalish Duhok