شبكة لالش الاعلامية

Şemo Qasim: Cejna bêlndê ( cejna rojê)

Şemo Qasim: Cejna bêlndê ( cejna rojê)

Cejna bêlndê ( cejna rojê) 3/1/2020 yek ji kevntrîn cejnên me êzdya û vedgerte demê mîtraya û ramana wê bûna mîtraye. çendîn mlletên dî jî van rê û resma di gêrn û di bêjne (yelda)li şeva 21 li ser 22 y kanûna yekê ya mîladî û ew dibite drîjtrîn şev di salê de ( 14 demjmîr ) û roj dibte (10demjmîr ) piştî vê şevê dê şef kurt bin û roj dê drêjbin di vê şeva pîruzde û wekî nerîtekî salane ji keltûrê kurdî ahengên cura û cor dihêne gêran û xatir xwastnê ji drîjtrîn şev diken û ahengan digîrn jibo zalbûna ronahîê li ser tarîê û btrya jêderên kevn dibîjn destpîka bûna mîtraye xudanê rojê û runahîê li cem Uropa û Emrîka dibte roja bûna hezretê Îsa belê li cem Êzdyan di kefte pêncşema sêyê ji kanûna yekê ya rojhlatî û di bte cejn binavê cejna bêlndê û ev sale dê kefte roja 3/1/2020 û rê û resmên cora û cor dêhêne gêran .

Peyva bêlnde peyveka aramîe ramana bun yan nûkirin dhêt anku roj bazne xu temamdiket û erd berev burceka nur diçt û xula xu temam dket berev nşîvî li dur rojê û dest bi vegeryana xu berev hevraz diket li bîncşema sîê ji kanûna îkê ya bi hijmara rujhlatî re û resm bi vî şîweyne : li hîvara cejnê her malek agrekî hel diken ji reşkê kû dirextekî gelek zû di ête sotin û ftîl di êne helkirin li ber der gehên hemû mezargeha û hemû endamên xêzanê bi xuşî û cuş li dor agrî di zvrn û jink şrînahya bi ser wande di havêjn û di hlhlînin û di bêjn ya xudê tû guneha ji me dûrkî dîsa divêt xwarneka taybet di hête çêkirin dibêjnê mîrhe (keşkîn) û sewk dihêne patn dîsa nanekî taybet dihête durst kirin dbîjnê (xewlêre ) û mêwîjekê yan nafkeka zeytûne dikene di navde û baş distrên heta eû mêwîj dinavde hndadbt û paşî di qelînin û hêvarya cejnê bi rê û resmeka taybet di ête dabeşkirin li ser endamên xêzanê bê cudahî çi nêr yan mê û kesê ew mêwîj di behra wî çu , dê hête xelat kirin û dbîjn rewşa sala nû li ser bextê wîye.

Hindek rê û resmên dî jî dîne gêran li înya berî bêlndê û di bêjnê bêlnda pîra û hndek ciha û taybet li Şingalê dibêjnê mîlmîlav ku bitnê hoza ciwana pê radbin û bi rê û resmên cuda û hndek dibêjnê (bêlnda pîra ) berî hatna şîxadî ev cejin di hate gêran û erkekî olî her sal ev cejn di kefte di heftya êkê ji çilê zivstanê li nik pîrên pîrafat û micêwrên pîrafat bi çend rê û resma li mala micêwrê pîrafat û li her gund û cyekî nîşanên pîrafat hebin rê û resma lê digêrin ، her dîsa rê û resmên mîmîlavê di nav ‘eşîreta ciwana de di êne gêran li çyayê Şingalê wek rêzgrtin bo xas û çakê êzdî (pîrê alî ) demê wê seredana devera Şingalê kirî û pîşwazî lê hate kirin ji alîê ‘eşîreta ciwana ku kevntrîn ‘eşîreta devera Şingale.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jineke DAIŞ bi çi ceza keçeke Êzidî di kuje?

Lalish Duhok

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Hisên Hesen nikare pişikdarîya filme festîvala Miyamîyê bibe

Lalish Duhok