شبكة لالش الاعلامية

Seydo Çeto: PKKê li Şingalê zîndana veşartî çêkiriye!

Seydo Çeto: PKKê li Şingalê zîndana veşartî çêkiriye!

BasNews – Serokê encumena parêzgha Mûsilê dibêje, PKKê li Şingalê zîndana veşartî çêkiriye!

Serokê encumena parêzgeha Mûsilê, Seydo Çeto ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hebûna PKKê li Şingalê bûye sebeba arîşe û aloziyên mezin. Ji ber wê jî divê PKK ji Şingalê were derxistin.

Seydo Çeto behsa tiştekî sosret kiriye û gotiye, PKKê li Şingalê zîndana veşartî çêkiriye û keç û xortên êzîdî direvîne. Loma divê NY, Bexda û Herêma Kurdistanê PKKê ji wê deverê derxînin. Ji xwe serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî soza wê yekê daye û divê soza xwe bicîh bîne.

Serokê encumena parêzgeha Mûsilê daye zanîn ku hikûmeta Iraqê beriya niha di bin navê Heşda Şeibî de alîkariya PKKê dikir, lê divê êdî wê alîkariyê bide sekinandin û PKKê ji wir derxîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok.. agir berbû xîvetên awarên Êzidî

Lalish Duhok

Simînarek li dor kêşeyên dirunî û saxlemîyê ya keç û jinên ji dest Da’ş hatin rzgar kirin tê saz kirin

Lalish Duhok

Wezîrê perwerdê: Hizir di paşxistina sala xwendinê da dikin

Lalish Duhok