شبكة لالش الاعلامية

Qamişlo- Agirbest heta sibe hate ragihandin

Qamişlo- Agirbest heta sibe hate ragihandin

BasNews– Di encama civîna di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hate ragihandin. Agirbest dê ji êvara îro heta sibe saet 10:00an de ye.

Ji ber şerê ku ev 4 roj in li bajarê Qamişloyê didome, polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) navbeynkarî kirin û civînek li dar xist. Di civînê de biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de hate ragihandin.

Agirbest wê vê êvarê saet 18:00’an û heta sibe saet 10:00an pêk were.

Herwiha li ser vê yekê fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemû endamên xwe yên li xetên şer kirin ku li gorî biryara agirbestê tevbigerin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çavdêrekî siyasî: PKK bo berjewendiyên xwe ji çiyayê Şingalê dernakeve

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Sinûnê, Maça Şehîdan li dar dixe

Lalish Duhok

Heyder Şeşo: Armanca PKKê li her deverekî Kurdistanê têkdana aramiyê ye

Lalish Duhok