شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya apê şahê Urdinê bi rêya telefonê sersaxî lê kir.

Mesrûr Barzanî îro ji ber koca dawî ya apê şahê Urdinê Mihemmed Bîn Telal sersaxî li şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji şahê Urdinê, malbata şahihşahiyê Haşîmî û hikûmeta Urdinê re hevxemiya xwe ragihand.

Şah Ebdullah jî ji ber telefona sersaxiyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Roja Pêncşemê nûnerê taybet û apê Şah Ebdullahê Duyem, Şazade Mihemmed Bîn Telal di 80 saliya xwe de koça dawî kir. Mihemed bîn Telal li paytexta Urdinê Emanê di Cotmeha 1940 de ji dayîk bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî nêzîkî 6 milyar dînar pare bo şînkayiyên Silêmaniyê cuda kir

Lalish Duhok

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Lalish Duhok