شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Tendirustiyê: 8 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê: 8 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews– Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 827 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 827 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 252 kes li Hewlêrê, 291 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 57 kes li Germiyanê û 3 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 965 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 173 kes li Hewlêrê, 395 kes li Silêmaniyê, 327 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê û 13 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 152777

Mirin: 4057

Başbûn: 130249

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Germa Havînê û Nebûna Elektrîkê Penaberên Şengalê Perîşan Kirine

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pirse û serexoşyê arastey cenabê Serok Barzanî dike

Lalish Duhok

Divê em bi zanîn û hêza xwe dîroka me ya hatiye guhastin û veşartin ronî bikin

Lalish Duhok