شبكة لالش الاعلامية

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

BasNews – Serokê desteya mafên mirov ya Kurdistanê hat guhertin û li şûna wî jineka mesîhî bû seroka desteyê.

Parlementoya Kurdistanê îro serokek nû bo desteya mafên mirov ya Herêma Kurdistanê hilbijart.

Di civîna parlementoyê de, kandîda mesîhî ya bi navê Muna Yuhena bi 71 dengan li şûna Ziya Pitros bû seroka nû ya desteyê.

Muna Yuhena 51 salî ye û doktora wê di hiqûq û qanûnê de heye.

Li gorî sîstema parvekirina desthilatê, serokatiya desteya mafên mirov pişka mesîhiyan e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

Lalish Duhok

Şandekê Bingehê Laliş seredana yeketiya Afretên Kurdistanê û encûmenê bala yê xaniman û geşepêdanê kir

Lalish Duhok

Emîrê Êzdiyan bang li Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî kir .

Lalish Duhok