شبكة لالش الاعلامية

Seroka parlementoya Kurdistanê: Gendel naxwazin Kurdistan bibe xwedan Destûra xwe n

Seroka parlementoya Kurdistanê: Gendel naxwazin Kurdistan bibe xwedan Destûra xwe

BasNews – Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq dibêje, gendel naxwazin Herêma Kurdistanê bibe xwedan Destûra xwe.

Konferansa “Yekrêzî û Destûr” li zankoya Kurdistan-Hewlêrê berdewam e.

Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq jî beşdarî konferansê bû û axaftinek pêşkêş kir.

Rêwas Fayîq got, Destûr gelekî pêwîst e û lazim bû ji mêj ve Herêma Kurdistanê biba xwedan Destûra xwe.

Seroka parlementoya Kurdistanê anî ziman jî, ew aliyên siyasî yên ku naxwazin Herêma Kurdistanê bibe xwedan Destûra xwe, ew dixwazin li ser gendeliyên xwe berdewam bin û ti kes pêşiya wan negire.

Bi gotina seroka parlementoya Kurdistanê, nabe aliyên siyasî bi hinek nêrînên cuda li pêşiya Destûrê bibin asteng, çimkî Destûr tiştekî gelekî lazim û pêwîst e û divê sînorên dezgehan ji hev cuda bibin da ku destwerdanê di karên hev de nekin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ Laliş: Rîfrandoma Kurdistanê‌ delîveka zêrîne bo Êzdyan

Lalish Duhok

Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

Lalish Duhok

WHO: Salane 1.7 milyon zarok ji ber pîsbûna jingehê dimirin

Lalish Duhok