شبكة لالش الاعلامية

Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê de biryareke nû da

Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê de biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî hilbijartinên Serkomariya Sûriyê, Yekîtiya Ewropa cezayên aborî û siyasî li ser hikûmeta wî welatî û kesayetiyên wê dirêj kir.

Parlementoya Yekîtiya Ewropa derbarê cezayên li ser rêjîma Sûriyê û alîkarên wê de daxuyanî da.

Yekîtiya Ewropa eşkere kir, ku hemû kesayetî û kompaniyên ku berê hatibûn cezakirin, dê heta saleke din di lîsta cezayan de bimîninê, lê xwarin û alîkariyên pizîşkî nakevin nava vê biryarê.

Niha 283 kes û 70 sazî û dezgehên Sûrî di lîsteya Yekîtiya Ewropayê ya cezaya Sûriyê de ne. Di nava cezayan de derketina derveyî welat hatiye ferizkirin û di aliyê madî de jî hatin cezakirin.

Herwiha cezayên li ser Sûriyê hatine ferzkirin ku petrola xwe bikar neyne, pereyên ku di bankên Yekîtiya Ewropayê de ne neyên bikar anîn û înternet û toreyên telefonan dê werin şopandin.

Ew ceza li gor biryara nû dê heta 1ê Hezîrana 2022yê berdewam bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Lalish Duhok

Peyamek ji Serok Barzanî derbarê posta Serokomariya Iraqê de

Lalish Duhok

Bi amadebûna hezaran kesan cenazeya berêz Şêx Şamo bi xak hat spardin.

Lalish Duhok