شبكة لالش الاعلامية

Parêzgarê Duhokê: 370 çadir li kampa Şariya şewitîn

Parêzgarê Duhokê: 370 çadir li kampa Şariya şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana kampa Şariya kir û li ser ziyanên şewata îro jî ragihand, 370 şewitîne û hemû kelûpel û samanên 184 malbat û 994 kesan jinav çûne.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter piştî derketina şewatê, gihişt kampa Şariya û li gel penaberên li kampê axivî.

Elî Teter li hejmara xwe ya torên civakî ragihand, “Em dê çadir, betanî, xorak û hemû hevkariyên pêwîst bigihînin xwişk û birayên xwe yên penaber. Bêguman em hemû hewlekê didin ku di zûtirîn dem de pêdawîstiyên xelkê ziyandîtî dabîn bikin.”

Piştî nêzikî 30 xulekan tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û 12 tîmên agirkujiyê ji navçeyên Sêmel û Zaxo û navenda gihiştin cihê bûyerê û piştî zêdetir ji 2 demjimêran şewata li kampa Şariya hat kontrolkirin.

Gaz, neft û butlên gaze yên li nav kampê bûn sedema wê yekê ku şewat berfireh bibe  û vemirandina agir jî zehmet bibe.

Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî biryar da 400 çadiran bo niştecên kampa Şariya dabîn bike.

Parêzgarê Duhokê li ser ziyanên şewatê ragihand ku 370 çadir şewitîne û tekez jî kir, “Em dûpat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyek li gel koçber û penaberên xoşewîst in.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Lalish Duhok

Nadîa Murad li Norwêçê li gel rayedarên bilind hevdîtin pêk anî

Lalish Duhok

Sîdekan- 44 salvegera koça dawî ya Nemir Barzanî de helmeta çandina daran birêveçû

Lalish Duhok