شبكة لالش الاعلامية

Li Efrînê otomobîleke bombekirî teqiya.. Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê otomobîleke bombekirî teqiya.. Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê di teqîna otomobîleke bombekirî de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro li çatrêya gundê Kefir Cenê yê ser bi navçeya Şera ve otomobîleke bombekirî teqiya.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di teqînê de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Berî 3 rojan jî taxên sivîlan û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê bi mûşekan hatin armanckirin û di encamê de 20 welatiyên sivîl hatin kuştin û nêzîkî 40 kesî jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Harîkariyên darayî û ahên xwarnê liser çendîn xêzanên kêm deramet hatin parvekirin

Lalish Duhok

Tê Hewlêrê û bi Kurdî distrê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreyê kir

Lalish Duhok