شبكة لالش الاعلامية

Komisyona Hilbijartinê: Penaber wê roja dengdana taybet deng bidin

Komisyona Hilbijartinê: Penaber wê roja dengdana taybet deng bidin

BasNews– Rêveberê Nivîsgeha Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Duhokê ragihandiye, penaberên Iraqî wê roja dengdana taybet deng bidin.

Biryara roja 10.10.2021ê hilbijartinên pêşwext ê parlementoya Iraqê pêk werin li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herwiha beriya hilbijartinê bi 48 saetan karmendên emnî di dengdana taybet de deng bidin.

Rêveberê Nivîsgeha Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Duhokê Xalîd Ebas ji BasNewsê re axivî û ragihand, wê panaber jî di roja hilbijartina taybet de deng bidin û wê binkeyên wan ji yên hêzên emnî û serbazî cuda bin.

Herwiha Xalîd Ebas dibêje niha komisyona wan kar li ser wê yekê dike ku cihên dengdanê bên diyarkirin.

Di berdewamiyê jî de Xalîd Ebas amaje bi wê yekê dike ku 90 hezar penaber li Duhokê hene ku mafê wan ê dengdanê heye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo berdewame li ser gehandina derd û daxwazyên kurdên Êzidî bo cîhana derve .

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Hêrşa Pasdaran dijî xelkê herêma kurdistanê tawaneka dijî mirovayetiyê ye

Lalish Duhok

Li Cindirêsê alîkarî nagihin Kurdan

Lalish Duhok