شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş li Dîrok Û Qewlên Êzidiyan Xwedî Derdikeve

Bingehê Laliş li Dîrok Û Qewlên Êzidiyan Xwedî Derdikeve

Piştî bêdengîyek dirêj ji ber hebûna covid-19 bingehê Laliş yê Roşenbîrî û Civakî êvarîyek ji bo îmzakirina 4 pirtûkan encamda, naveroka pirtûkan derbarê dîroka, kultur, stiranên Şingalê û qewl û sebeqên Êzdîyan bûn.

Xuya ye ku stirana Çiyayê Şingalê ji kevnda hatîye gotin û kultur, dîrok û zimanê deverê di rêya van stiran û qewl û sebeqan re hatine parastin û ji windabûnê htine rigar kirin,

Siroda Şerfedîn ya ku berî 790 salan mînake ji bo kevnarîya ziman û dîroka deverê, yek ji qewl û sebeqan behsa yekbûn û bê şirîkiya xwedê dike û di bêje: qewlê silavên cebêre

Sultan Êzî bi xwe padşaye

Hezar û yek nav li xwe danaye

Navê mezin her Xwedaye.

Berpirsê beşa roşenbîrî li bingeha Laliş M.Şemo Qasim, behsa giringîya van pirtûkan kir jibo parastina ziman û kultur û dîroka deverê û got “armanca me ya bingehê Laliş her eveye.”

Pirtûk li Ser Êzidiyan- Navenda Laleş-Duhok
Pirtûk li Ser Êzidiyan- Navenda Laleş-Duhok

Lêkoler Dawid Mirad Xetarî ev bizavên çapkirina stirina, qewl, sebeq, ê têkistên folklorê Êzdêyan bi pêngavek baş dide zanîn û bi geşeya pirtûkxana Kurdî anî ziman.

Cihê amajêye bingehê Laliş li sala 1993 hatîye damezrandin û 8 bingehên sereke hene di gel 29 nivîsîngehan û li vê dawiyê şaxekî bingeh û navenda Laliş li welatê Almanya jî hatiye vekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Perestgeha Laliş tê nûjenkirin

Lalish Duhok

3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin

Lalish Duhok

Şingal- PKKê 2 efserên Pêşmerge revandine

Lalish Duhok