شبكة لالش الاعلامية

Li Başîkê teqîn – Du serbazên Tirkiyê birîndar bûn

Li Başîkê teqîn – Du serbazên Tirkiyê birîndar bûn

BasNews – Li devera Başîk ya bajarokê Şêxan yê Herêma Kurdistanê bombek bi hêzên Tirkiyê de teqiya.

Qaymeqamê bajarokê Şêxan, Serdar Yehya ji BasNewsê re got, îro danê nîvro li nêzîkî gundê Zîlkan yê Şêxanê, ku dikeve ser rêya nahiya Başîkê, bombek bi otomobîla serbazên Tirkiyê de teqiya.

Yehya da zanîn, di wê teqînê de 2 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.

Qaymeqamê Şêxan da xuyakirin, dest bi lêkolîn û lêpirsînê li ser wê teqînê hatiye kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê bombebaran

Lalish Duhok

Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya kurdan, bûdceya sala 2018 pesend kir!

Lalish Duhok

McGurk 119 milyon dolar weke alîkarî bo avakirina navçeyên rizgarkirî ji destê DAIŞê terxan dike

Lalish Duhok