Nêçîrvan Barzanî teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê teqîna li navçeya Sedir ê paytexta Iraqê şermezar kir û ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên pizşkî û çareserkirina birîdnaran amade ye.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Ez gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermezar dikim ku bi bombeke vedayî bajareke bajarê Sedir li Bexdayê kir armanc û di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn.”
Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwaze û hêvî dike ku birîndarên teqînê di demeke nêzîk de baş bibin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan dike: “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hevkariyên pêwîst ên pizîşkî û pêşwazî li birîndaran amade û vekirî ne.”
Êvara Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê teqînek li nav bazareke gelêrî ya bi navê El-Wahilat a bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê çêbû.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihandiye, teqîn bi rêya bombeke vedayî bûye.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên ewlehî û tendirustî yên Iraqê ve, di teqînê de 30 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Iraqî ragihandine, lêgerîn li cihê teqînê berdewam e û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Yehya Resûl, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, piştî teqînê Mistefa Kazimî biryara desteserkirina berpirsê ewlekariyê yê navçeyê û encamdana lêkolînê daye.
Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar daye, her fermandar û berpirsekî ewlehiyê li navçeya Sedir û Bexdyaê ku xemsarî di erkê xwe de kiribe, lêpirsîn pê re bê kirin û radestî dadgehê bê kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
