February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Tevgera Goran roleke xwe ya ber bi çav heye

Nêçîrvan Barzanî: Tevgera Goran roleke xwe ya ber bi çav heye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera Tevgera Goran peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da peyameke aresteyî  Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên tevgera we dikim. Di bîranîna 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera we dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê de heye û ew prose îro ji her demê zêdetir yekrêzî û pêkveyiya li hemû aliyek dixwaze.”

Di beşeke din a peyama xwe Barzanî hêviya bihêzkirina peywendî û yekrêziyê kir û got: “Hêvîdarim ev bîranîn û helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina peywendî û hevxebatiya di navbera aliyan, karê hevbeş ya çareya qeyran û giriftan ber bi parastina maf û destkeftan û pêkanîna jiyan û guzeraneke baştir a ji bo gelê Kurdistanê. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi