شبكة لالش الاعلامية

Xwepêşandanên Xozistanê gihiştin Tehranê

Xwepêşandanên Xozistanê gihiştin Tehranê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê xwepêşandanên ji ber kêmavbûn û bê elektirîkê li Xozistanê destpê kirin, gihîştin peytaxta wî welatî bajarê Tehranê.

Ew xwepêşandanên ku zêdetirî 10 rojan dibe li parêzgeha Xozsitana Îranê ji ber kêmavbûnê û bê elktrîkê destpê kiribûn, piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê lixwe girtine, îro jî akinciyên Tehranê daketin ser cadeyan.

Xwepêşandanek sibeha îro 26ê Tîrmeha 2021ê li cadeyeke Tehranê hat kirin. Li gor dîmenên li tora civakî belav bûne, xelk duruşman dijî rêberê Îranê berz dikin.

Cîgirê Parêzgarê Tehranê Hemîd Reza Guderzî ragihand ku kombûna nerazîbûneke biçûk bû, ev jî ji ber nebûna elktrîkê bû li mola Elaedîna Tehranê, lê piştî demjimêrekê elektirîka molê hate çêkirin.

Ev nêzîkî du hefteyan dibe xwepêşndan li hejmareke bajarên Îranê têne kirin. Nerazîbûnê ji parêzgeha Xozistanê destpê kir, û piştre çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî lixwe girt.

Nerazîbûnê ji ber nebûna av û elktrîkê destpê kir. Di xwepêşandanên îro de duruşmên wek “Ne Xezze û ne Libnan, canfîdayê Îran”û “Mirin bo dictator” û “Xamineyî şerim bik welat bicîh bihêle” hatin gotin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste behra herêmê ji qerên navdewletî bê dabînkirin

Lalish Duhok

Kesayetyên Êzdyan: Klîla çareserya kêşe û girft û paşeroja me tenê serxwebûn û dewletbûna Kurdstanê ye

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêbwar Yelda kir

Lalish Duhok