شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva keçikek kurd da: Haya min ji bûrokrasiya kaxezê heye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva keçikek kurd da: Haya min ji bûrokrasiya kaxezê heye

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva gilî û daxwaziyên keçikeka kurd da û ragihand, ewê li ser piştevanîkirina gencan berdewam bin.

Vê êvarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe bersiva komênteka keçikeka kurd bi navê Wala Kurdî da.

Wala Kurdî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiribû ku her dem guhdarî derd û arîşeyan gencan dike, paşê daxwaz kiribû sîstema birokrasî û kaxezbaziyê li nav fermangehên Kurdistanê de nemîne ji ber ku zehmet e di serdema teknolojiyê de ev sîstem were tehemilkirin.

Mesrûr Barzanî di bersiva wê de gotiye: Wala Xan, tîma min dê di pêwendiyê de bin. Ez pabendî piştevanîkirina gencan im da ku bikarin şiyan û hêza xwe derxînin. Helbet haya min ji birokrasiyê heye ji ber wê jî em di vê kabîneyê de di çarçoveya çaksaziyê de di warê xizmetguzariyên dîcîtalî de kar dikin. Tu jî li ser karên baş berdewam be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne..Koçberiya milyonî ya buhara 1991ê dema Kurdan nexwestin di bin desthiladariya dagîrkeran de bijîn

Lalish Duhok

Mela Enwer: Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî bi boneya 53 saliya Peymana 11ê Adarê

Lalish Duhok