شبكة لالش الاعلامية

Rojnameyeka erebî: PKKê bi rêya Şingalê re xwe xistiye nav hilbijatinên Iraqê

Rojnameyeka erebî: PKKê bi rêya Şingalê re xwe xistiye nav hilbijatinên Iraqê

BasNews – Rojnameyeka erebî dibêje, PKK bi rêya Şingalê re xwe xistiye nav hilbijartinên Iraqê û çend kandîdên wê jî li parêzgeha Mûsilê hene.

Rojnameya erebî ya El Erebî Cedîd ji zarê berpirsên hikûmeta Iraqê ragihandiye, çend kandîdên hilbijartinên Iraqê li parêzgeha Mûsilê, alîgirên PKKê ne.

Li gorî raporta wê rojnamê, li bazina sêyem ya parêzgeha Mûsilê, ku devera Şingalê ye, komek kandîdên êzîdî hene ku girêdayî PKKê ne. PKK dixwaze bi rêya wan kandîdan rûçikekî siyasî peyda bike û hevrikiya hêzên kurdî û erebên sunnî li wê deverê bike.

Berpirsekî Iraqî ji rojnameyê re gotiye, komîsyona hilbijartinan ya Iraqê li hember wê rewşê berpirs e çimkî PKK ji aliyê çend dewletên deverê û mezin ve wek rêxistineka terorîstî tê nasîn.

Li gorî agahiyên wî berpirsî, 7 kandîdên devera Şingalê girêdayî PKKê ne û bi rêya rêxistin û dezgehên êzîdiyan xwe xistine nav hilbijartinên Iraqê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ II

Lalish Duhok

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya ji bo mafên mirovan gotûbêj kir

Lalish Duhok

Endamên desteka nû ya Nivîsîngeha Laliş Tayê Dihok hatine helbijartin .

Lalish Duhok