شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê li ser sersala koçî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê li ser sersala koçî peyamek belav kir

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, ji bo hemû misilmanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî bê.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe da bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhanê saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî bê.

Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

9ê Tebaxa 2021ê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cîgirê Trump peywendî bi serokê herêma Kurdistanê kir

Lalish Duhok

YNK: Xwedanê Şingalê, Hikûmeta Kurdistanê ye ne kesekî din

Lalish Duhok

Lalish Duhok