شبكة لالش الاعلامية

Peyama sersaxiya şêx şamo ji bona koça dawî ya Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev

Peyama sersaxiya şêx şamo ji bona koça dawî ya Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev
Bi xemeke mezin ve me nûçeya koçbarbûna akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bihîst.
Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştimanperewer u rûlek mezin hebû ji bona rêkxistina navmala kurdan li dîyasporê u bi teybet li Kazakistanê bû ku roleke ber bi çav li bihêzkirin û yekxistina diyasporaya Kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû û her wiha li warê zanistî û edebî da xizmeteke mezin li Kurdên wî welatî da kiriye.
Li ser demê hêrişên teroristîyên Da‘eş bi ser deverên kurdistanî Profesor Kinyaz Îbrahîm serdana Kurdistanê Kir u bo mêhvanê me li peristgeha pîroza Laliş u serdana çendîn deverên Êzidîyan kir u hevbeşê Xem u birînên kurdên Êzidîyan bû.
Bi vê helkefta dil tezîn Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kes u karên Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û Endamên Federasyona Navneteweyiya Kurdên Sovyetê û Kurdên welatê Kazakistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarin gîyanê xwedê jêrazî bi behişta xwe şad bike û sebir u aramiyê bi de kes kar u hemî kurdên Dîyaspora u tevaya malbatê u Kurdistanîyan.
Ruha rehmanî
Nabît fanî
Her dê zvrîte berdastê xudanî
şêx şamo şêwirmedê serok wezîrêm Herêma Kurdistanê ji bo kar u barên Êzidîyan Serokê deste ya bilinda bingehê Laliş 10tebaxa 2021ê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan çend pirsên girêday rewşa Êzidiyan li Amrerîka gotubêj dike

Lalish Duhok

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî hat diyarkirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş – Elmanîya ta neha 25 Ten Alîkarî rewaneyî awereyên Şingal li Kurdistanê kirne

Lalish Duhok