شبكة لالش الاعلامية

Iraqê êrişên Tirkiye û PKKê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Iraqê êrişên Tirkiye û PKKê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

BasNews – Di civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hat ragihandin ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin û ev bandorê li ser prensîpên cîrantiyê yên navbera Iraq û Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku di civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de, piştî xwendina raporta serkirdeyên meydanî yên parêzgeha Neynewa, daxwaz hat kirin ku rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û hemû binpêkirinên Tirkiyê yên ser axa Herêma Kurdistanê hat redkirin, ku devera Şingalê bombebaran dike, herwiha êrîşên PKKê ku ji nav axa Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê tên kirin, hatiye şermezarkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku encûmen piştevaniya planên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dike ji bo birêvebirina hilbijartineke pak û azad, ku di 10ê Cotmeha îsal de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê were lidarxistin, herwiha hat xwestin ku ji aliyê ewlehiyê ve hewayeke aram were dabînkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Malek bi berdewam harîkarya zarokên sêwî di ke

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî peyamek arasteyi êzdîyên Kurdistan û cîhanê kir

Lalish Duhok