شبكة لالش الاعلامية

Keçeke Mêrdînî ji ber TikTokê jiyana xwe ji dest da

Keçeke Mêrdînî ji ber TikTokê jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) Li Stenbolê, keçeke 23 salî ya xelka Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo girtina hinek vîdyo û wêneyan bo torên civakî, ji serbanê avahiyekê, ket û canê xwe ji dest da.

Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, keçeke 23 salî ya xelkê navçeya Mîdyat a Mêrdînê, bi navê Kubra Dogan mêvana mala mirovên xwe bû li Stanbolê, ligel hevaleka xwe çûye ser banê, daku hinek vîdyo û fotoyên avabûna rojê bigrin, û di TikTok û Youtubê de belav bikin.

Lê di dema girtina vîdyoyan de, Kubra ji serbanê dikeve, canê xwe ji dest dide. Mirova wê, dîmena ketina Dogan ji serbanê jî girtiye.

Mirova Kubra Dogan, dîmena ketina wê  ji serbanê girtiye.

Mamê Kubra, Nebî Dogan ragihand, wan beriya wê bûyerê herdû keç, hişyar kirine ku neçin ser wê avahiyê, guhdariya wan nekirine û çûne.

Lê ew giliyan ji xemasariya wan kesan dikin ku bi wî awayê bêserûber ban hatiye çêkirin kiriye, ew dibêjin diviyabû li şûna wan plastîkên bê serûber, divê plêtên tund ên hesin ba.

Kesûkarên Kubra jî dibêjin, gelek caran ew ji bo çêkirina antena televîzyonê jî diçin ser wê avahiyê, lê ji ber ku di çêkirina banê wê avahiyê de xemsarî ji aliyê endazyaran ve hatiye kirin û kelûpelên baş ji bo nehatine bikaranîn, zemîne ji bo bûyerên wiha jî çêbûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Koçberî: 2006 malbatên ku vegeriyane Şengalê, di çarçoveya alîkariya vegerê de cih girtin

Lalish Duhok

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin

Lalish Duhok