شبكة لالش الاعلامية

Qaymeqamê Şingalê: Destê grubên ser bi PKKê di bêserşûn kirina hemwelatiyan de heye

Qaymeqamê Şingalê: Destê grubên ser bi PKKê di bêserşûn kirina hemwelatiyan de heye

BasNews – Piştî revandina du hemwelatiyên Şingalê ji aliyê grubekî nenas ve Qaymeqamê Şingalê aşkera kir, du hemwelatiyên Şingalê di bin desthilata grubeke nerewa ve hatine revandin û bêserşûn kirine, ji ber wê ew grubane li hember tewanê revandin û bêserşûn kirina xelkê Şingalê berpirs in.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 21.08.2021ê êvari du hemwelatiyên xelkê Şingalê yên bi navên Bircis Xelîl û Cemîl Xidir li çiyayê Şingalê hatin revandin û heta naha derbarê çarenivîsa wan de ti zanyariyek berdest tine û çiya di bin kontrola grubên ser bi PKKê de ye û ew du hemwelatî ji bo karekî berê xwe dane çiyayê Şingalê û hatine bêserşûn kirin.’’

Qaymeqamê Şingalê got: ‘’Berdewam hemwelatiyên Şingalê li bindestê grubên nerewa dibin qurbanî û ew 7 sale xelkê Şingalê her qurbanî didin û hîn ev sînor aram nebûye û naha jî du hemwelatiyên din ên Şingalê hatine revandin û çarenivîsa wan nediyare. Em wan grubên nerewa berpirsyar dizanin.’’

Mehma Xelîl got: ‘’Hemû guman li ser wê yekê ye ku grubên nerewa yên ser bi PKKê di bêserşûn kirina wan du hemwelatiyên Şingalê de destê wan heye. me gelek caran daxwaz kiriye ku rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayî kirina rewşa Şingalê bila bê bicîhanîn, ku xelkê Şingalê bi tewanên revandin û bêserşûnbûnê rizgar bibin û asayîş vegere wî sînorî.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ laliş cejna sersalê‌ pîroz dikt:cejnên me yên kevnar pişkek ji nasnameya rewşenbîrî û aynî û netewey ye

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Kurdistan welatê hemû pêkhateyên netewî û olî ye

Lalish Duhok

Barzanî û nûnerê Obama civiyan

Lalish Duhok