شبكة لالش الاعلامية

Ji duhî de herî kêm 16 polîs û serbazên Iraqî di şerê DAIŞê de hatine kuştin

Ji duhî de herî kêm 16 polîs û serbazên Iraqî di şerê DAIŞê de hatine kuştin

BasNews – Ji duhî de herî kêm 16 polîs û serbazên Iraqî li Kerkûk û Mexmûrê hatine kuştin. Sererkanê berê yê artêşa Iraqê jî dibêje, vegera Pêşmerge dê wê valahiyê tijî bike.

Ji duhî de terorîstên DAIŞê çendîn caran li Kerkûk û Mexmûrê êrişî hêzên Iraqî kirine û li gorî amarên fermî, herî kêm 16 polîs û serbaz di wan êrişan de hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li ser vê rewşê, sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji BasNewsê re got, vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî dê wê valahiyê tijî bike.

Babekir Zêbarî her wiha got, DAIŞê taktîka şerê xwe guhertiye. Bi rengê partîzanî êriş dikin, ji ber wê jî metirsiya wan ji berê zêdetir bûye.

Bi gotina Zêbarî, her gava DAIŞ firsendê bibîne êriş dike. Bi taybet eger hêzên hevpeyman li Iraqê nemînin wê çaxê DAIŞ dê dîsa dest bi girtina deveran bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sekreterê NATO: Pêwîste hemû endamên NATO bi yek helwêstê tevbigerin

Lalish Duhok

Li Viyanayê dibistaneke zimanê Kurdî hat vekirin

Lalish Duhok

Operasyona rizgarkirina Şingalê didome û hêzên Pêşmerge jî pêşde diçin

Lalish Duhok