February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PKK bi berdewamî zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl û Şingalê

PKK bi berdewamî zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl û Şingalê

BasNews- PKK berdewam e li ser revandina çekdarkirina zarok û nûciwanan. Çavkaniyên nanvxweyî jî dûpat dikin ku PKK wan zarokên ji Rojavayê Kurdistanê direvîne dibe Şengal û Qendîlê û wan çekdar dike.

Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê dibêjin: ‘’ Ciwanên Şoreşger ku ser bi PKKê ve ne jimareyeke zarokên ku direvînin li gundeki dorûbera Hesekeyê perwerde dikin û piştre jî wan zarokan dişinin Qendîl û Şingalê.

Heman çavkanî dibêjin: ‘’Herî dawî PKKê 11 zarok li serbazgeha Kebka ya ser bi Hesekê ye perwerde kirin û çiyayên ew şandin Qendîl û Şingalê ku  kes ji wan keç bûn.’’

Beriya bi demekê jî Endamê Serkirdayetiyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Bilind Îbrahîm ji BasNewsê re axivibû û ragihandibû: ‘’PKK bi sedan hemwelatiyên kurd îşkence kiriye û ew bêserûşûn kirine, sedan zarokên kurd revandine û ji bo bikaranîna qaçax û tiryakê û karê têkderî, yên rahênana serbazî wan dike.’’
Beşek ji wan zarokên têne revandin, piştî ku têdigihên di vî temenê zarokiyê de nabe ew çekan hilbigirin û hewl didin ji PKKê rizgar bikin. Herwiha heger PKK bibîne zarokên di nava refên wê de ne jê direvin wan zindanî dike û hewla kuştina wan jî dide.

Sala borî, dayika yek ji wan zarokên revandî Meryem Xdir, di kurtevîdyoyeyekê de aşkere kiribû keça wî bi navê Nesrîn Mihemed, ku tenê temenê wê 13 sal bûye ji aliyê çekdarên Partiya Jiyana Azad (PJAK) ku balê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ye piştî derbasbûna 2 salan bi ser revandina keça wê di dema xwe rizgarkirinê ji PKKê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kuştin.

Cihê behsê ye Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî di çend raporan de belav kiribû ku desthilata Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bale PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye zarok û nûciwanên li jêr desthilata xwe direvîne û wan çekdar dike.

Herwuha SOHRê amaje bi wê yekê jî kiriye ku PKK mindalan direvîne û wan weke amarên serbazî bikartîne û  şer bi wan zarokan dide kirin. Herwiha SOHRê daye zanîn ku divê ew zarok di malên xwe de bijîn û rojane di dibistanan de bin û weke her zarokan dibistanan bixwînin.

Derbarê zarokên revandî yên Şingalê jî kesayetiyê naskirî yên êzdî û parlementerê berê yê êzdî Şêx Şamo jî ji BasNewsê re gotibû PKK û DAIŞ herdu rêxistin jî dema zarokên kurdên direvînin wan çekdar dikin û wan fêrî şer dikin.

Herwiha Şêx Şamo dibêje roj bi roj xeberên revandina zarokên êzdî ji aliye PKKê zêdetir bûne li nava kurdên êzdî.

Pisporê yasayê Dr. Kirmanc Osman jî ji BasNewsê re axivîbû û da zanîn, ya PKK dike li dijî yasayên navdewletî ye û binpêkirina mafê mirov e û divê bi rêya rêxistinên mafê mirov bi rêya Yekîtiya Ewropayê dozê derbarê PKKê de vekin ji ber revandin û çekdarkirina zarokan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi