شبكة لالش الاعلامية

Li Swêdê di teqînekî de 16 kes birîndar bûn

Li Swêdê di teqînekî de 16 kes birîndar bûn

BasNews – Li bajarê Goteborg a Swêdê teqînek pêkhat û 16 kes birîndar bûn. Heta naha jî sedemê teqînê diyar nebûye.

Televîzyona dewleta Swêdê SVTê ragehand, berdevkê polîs Martin Hallberg ragehandiye, teqîn li gor demjimêra herêmî 04:48ê di avahiyekî li herêma Annedalê pêkhatiye.

Martin Hallberg ragehand, piştî teqînê şewat derketiye û 15 wesayîtên agirkuj destwerdan li şewatê kirine û ji ber teqînê 16 kesên ku birîndar bûne jî rakirine nexwaşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin.

Fotoğraf: Reuters

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berêz”Şêx Şamo”êkem Êzdî postekî Hikumeta Herêma Kurdistanê wergrt

Lalish Duhok

Mîrê Êzidiyan bi armê Bingehê Laliş tê xelat kirin

Lalish Duhok

Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker

Lalish Duhok