شبكة لالش الاعلامية

Rêjeya beşdariyê li seranserê Iraqê

Rêjeya beşdariyê li seranserê Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan rêjeya beşdariya di dengdana ji bo hikbijartina parlamentoya Iraqê de li tevahiya parêzgehên Iraqê heta demjimêr 12:00 belav kir. Li gor daneyên komîsyonê, rêjeya herî zêde ya beşdariyê li parêzgeha Selahedînê û rêjeya herî kêm jî li Bexdayê bûye.

Li gor daneyên komîsyonê, rêjeya beşdariya giştî li seranserê Iraqê heta demjimêr 12:00 nîvro ji sedî 19 bûye.

Li Başûrê Kurdistanê jî, rêjeya herî zêde ya beşdariyê li Kerkûk û Duhokê bûye ku ji sedî 22 bûye, li Hewlêrê rêje %21 û li Silêmaniyê jî rêjeya herî kêm hatiye tomarkirin ku %16 ye.

Rêjeya herî kêm a beşdariya di dengdanê de li ser asta Iraqê li beşa Resafe ya Bexdayê bûye ku %10 bûye, herwiha rêjeya herî zêde jî %27 bûye.

Rêjeya beşdariya di dengdanê de heta demjimêr 12:00 nîvro li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi vî awayî bûye:

Besra: %21

Mîsan: %22

Qadisiye: %20

Zîqar: %21

Necef: %14

Musenna: %20

Bexda Resafe: %10

Bexda Kerx: %15

Kerbela: %20

Babil: %22

Diyale: %26

Enbar: %23

Wasit: %21

Duhok: %22

Hewlêr: %21

Silêmanî: %16

Selahedîn: %27

Kerkûk: %22

Neynewa: %25

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

Lalish Duhok

Hijmareke dî ji Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin ji destê‌ tîrorstên Da’ş

Lalish Duhok

BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran

Lalish Duhok