February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Êdî qonaxeke nû detspê dike

Mesrûr Barzanî: Êdî qonaxeke nû detspê dike

Hewlêr (Rûdaw) Piştî bi dawî hatina dengdanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Piştî temambûna proseya hilbijartinê qonaxeke nû detpê dike. Mesrûr Barzanî herwiha dibêje: “Ez vê  êvarê ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî bi telefonê axivîm û min pîrozbahî lê kir ku sozên xwe bo encamdan û serxistina hilbijartina pêşwext bi cih anîn.”  

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta bi dawî hatina proseya dengdanê bo hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê peyamek belavkiriye û spasiya welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir ku beşdarî di proseya hilbijartinê de kirine.

Mesrûr Barzanî dibêje “Li çend cihan bi taybetî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê,  ji aliyê çend grûpên çekdarî yên  neyasayî, rêgirî li dengdêran hat kirin ku bigehin binkeyên dengdanê, ku ev yek cihê nîgeranî û nerezîbûna me ya kûr e û dijî binemayên demokrasî û mafê azadiya beşdarîkirinê ye di proseya dengdanê de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe de amaje bi wê yekê dide ku ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axiviye û dibêje:” Min pîrozbahî lê kir ku sozên xwe bo encamdan û serxistina hilbijartina pêşwext bi cih anîn. Em herdu alî hevrabûn li ser  girîngiya lêkolîn û pêdaçûnê bi awayekî eşkere û şefaf û di demeke diyarkirî de, bo ew pirsgirêk û astengiyên ku di demê dengdanê de çêbûne. Ez piştrast im Serokwezîr, dikare erkên qonaxa rêvebirinê bi başî birêvebibe û em di vî warî de hevkarî û piştevaniya wî dikin.”

Îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, dengdan ji bo hilbijartina xûla pêncem a parlamentoya Iraqê birêveçû. Dengdanê ji danê sibê demjimêr 08:00 destpê kir û demjimêr 18:00 deriyên sindoqan hatin girtin û bi dawî hat.

Piştî bidawîbûna dengdanê, proseya cudakirin û hejmartina dengdan destpê kiriye.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, encamên destpêkê yên hilbijartinan dê di 24 demjimêran de bên aşkerekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi