شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li Diyala şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li Diyala şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa DAIŞê li Diyale bi tundî şermezar kir û ragihand, girîng e ku hemû alî bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê bikin.

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê êrîşê li Twittera xwe hevxemiya xwe ligel malbat û kesûkarên vê êrîşê nîşan da û nivîsî: “Em bi tundî vê êrîşa xwînane ya DAIŞê şermezar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Careke din tekez dikin ku girîng e em hemû bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê li dijî van metirsiyên me armanc digirin, bikin.”

Herwiha ragihand: “Rehmet ji şehîdan re û çakbûn ji birîndarên me re. Dilê me bi gelê me yê li Muqdadiyê re ye û hevparê êşa wan in.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de peyamek belav kir

Lalish Duhok

Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKK’ê ye

Lalish Duhok

PDK li ser betalkirina du kursiyên xwe nerazî ye: Kursiyên me hatine talankirin

Lalish Duhok