3 milyar Dînar ji bo qerebûkirina ziyanên lehiya Hewlêrê tê xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 3 milyar Dînar ji bo qerebûkirina kesên ziyan ji lehiyê dîtine tê xerckirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, piştî hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Federalî de deng li ser şandina 200 milyar Dînar mehane ji bo Herêma Kurdistanê hat dayîn.
Cotyar Adil amaje bi wê jî da, 3 milyar Dînar dê ji bo qerebûkirina kesên ziyan ji lehiya berî çend rojan a li Hewlêrê rû daye, bêne xerckirin.
Roja 30î Cotmeha borî ji ber barîna baraneke xurt, lehî li çend cihên Hewlêrê rabû, li gor texmînên Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a Parêzgeha Hewlêrê, 500 malbatan ziyan ji lehiyê dîtine.
Herwiha ji ber lehiyê jî, ziyan gihîşt 130 otomobîlan, 127 xaniyan, 2 dibistanan û çendîn projeyên dirustkirina rê, tora elektirîkê, tora avê û projeyên din.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî