شبكة لالش الاعلامية

PDK li ser betalkirina du kursiyên xwe nerazî ye: Kursiyên me hatine talankirin

PDK li ser betalkirina du kursiyên xwe nerazî ye: Kursiyên me hatine talankirin

BasNews – Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ragehand, ew ji betalkirina du kursiyên xwe ji aliyê komîsyona hilbijartinan ya Iraqê ve nerazî û nîgeran in.

Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê îro encamên dawî yên hilbijartinên 10 Cotmeha îsal yên Iraqê ragehand.

Li gorî encamên han, du kursiyên PDKê hatine betalkirin. Yek li Hewlêrê û yek jî li Mûsilê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser wê mijarê daxuyaniyek da û ragehand, ew du kursiyên PDKê hatine talankirin ji ber wê jî ew vê yekê qebûl nakin.

Mehmûd Mihemed daye zanîn jî, dê polîtburoya PDKê li ser vê mijarê bicive û helwesta xwe ya fermî ji raya giştî re eşkere bike.

PDKê di hilbijartinên Iraqê de 33 kursî bi dest anîbû lê bi betalkirina wan kursiyan, kursiyên PDKê daket 31 kursiyan.

Ew kursiyên ku hatine betalkirin, gihîştin YNKê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em naxwazin çavkaniya dahata me tenê neft be

Lalish Duhok

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 258 kes bi coronayê mirin

Lalish Duhok