شبكة لالش الاعلامية

Perestgeha Laleşê tê nûjen kirin

Perestgeha Laleşê tê nûjen kirin

BasNews – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ragihand; dest bi nûjenkirina beşeke Perestgeha Laleşê ya Kurdên Êzidî dikin.

Piştîwan Sadiq di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Beşeke Perestgeha Laleşê tê nûjenkirin, pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo Perestgeha Lalişê, erkê me hemûyan e.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî destnîşan kir: “Êzidî hêjayî hemû xizmetan in, ji ber ew rûbirûyî terora DAIŞê bûne, qerebûkirina wan ji aliyê maddî û manewî ve erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Piştîwan Sadiq herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nûjenkirina temamê perestgehan de texsîr nake.”

Perestgeha Laleşê li cîhanê yekane perestgeha Kurdên Êzidî ye û her sal merasîmên olî li perestgehê birêve diçin û ji her aliyên cîhanê Kurdên Êzidî serdana wê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berê binyatê ji bo gundê Koço tê ava kirin

Lalish Duhok

Şingal…Rêxistinek wê çar hezar awahiyan ava bike

Lalish Duhok

Serdana Dibistana Sêcê ya xwandina Kurdî hat kirin

Lalish Duhok