شبكة لالش الاعلامية

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

BasNews – Ciwanekî ji bajarê Soranê li bajarê Dubeyî beşdarî konferansa aştiya cîhanî kir û madalyaya aştiya cîhanî jê re hat dayîn.

Mihemed Mesîh wek balyozê aştî û panelîst beşdarî konferansê bû û bi mijarekî bi wêne û dokomenterî hemû qonaxên enfal û kîmyabarên vegot, behsa dîroka qurbanîdana gelê kurd li Iraqê kir û herwaha behsa aştî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir, ji bo wê jî madalya aştiyê ji Mihemed Mesîh re hat dayîn.

Mihemed Mesîh ji BasNewsê re ragehand: ‘’Giringiya vê konferansê di vê derê de yekemcar bû derfet ji bo ciwanekî kurd hat dayîn ku wek panelîst beşdarî konferansê bibe.’’

Mihemed Mesîh Şukrî sala 2020ê beşa siyaset û pêwendiyên navnetewî li fakulteya yasa, zanistên siyasî û rêveberiyê li zankoya Soran temam kir. Di roja dawî ya konferansê de wek çalaktirîn ciwanê beşdar xelat û madalyaya aştiyê ji ciwanê kurd re hat dayîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamentoya Almanyayê dê derbarê ‘Komkujiya Êzidiyan’ de biryarê bide

Lalish Duhok

NY: Hîna jî Kurdên Êzidî rastî tawanên hovane tên

Lalish Duhok

Du kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin

Lalish Duhok