شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên nava proseya siyasî ya Iraqê, pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rêyên ji bo derbaskirina astengiyên siyasî hatin guftûgokirin.

Di civînê de, pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de û hewlên ji bo hevahengî û karên hevbeş ên hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê hatin gotûbêjkirin û amaje bi rola Netewên Yekgirtî yên di vê derbarê de hat kirin.

Rewşa siyasî û dawî guhartinên li ser asta navçe û navdewletî, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serxweşîya Riataza û FNDK bo kirasguhastina Şêx Şamo

Lalish Duhok

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo naskirina jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir

Lalish Duhok