شبكة لالش الاعلامية

Ji Pêşmerge bo PKKê peyam

Ji Pêşmerge bo PKKê peyam

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge derbarê bûyera duh a li nahyeya Bamernê ya navçeya Amêdiyê daxuyaniyek weşand û têde ragihand, “Em hêvî dikin êdî rikeberiyên ser sînoran derbasî ser hêzên Pêşemerge nebin û PKK jî li navçeyê hewl nedin aramî û aştiya hêzên Pêşmerge bikar bînin.”

Duh li nahyeya Bamernê ya li qezaya Amêdiya ser bi parêzgeha Duhokê ve çend guleyên topê li nêzîk xelkên sivîl ketin û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ji wan kiryaran dilgiran in.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, êdî rê nayê dan li wan navçeyan ewlehî û aramiya xelkê were têkbirin û tekez tê kirin, “Divê hemû aliyek fêm bike ku parastina ewlehî û aramiya xelkê û axa Kurdistanê erka herî sereke ya hêzên Pêşmerge ye û ci cîbicîkirina vî erkî de tawîzê nadin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞ gefa kuştinê li şahciwana Iraqê dixwe

Lalish Duhok

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

Lalish Duhok

Duhok – Yekemîn dîdara wêjeyî ya jinan birêve diçe

Lalish Duhok