شبكة لالش الاعلامية

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komelgeha Xankê bû nahiye

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komelgeha Xankê bû nahiye

 Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi qezaya Sêmêl a Duhokê, bû nahiye.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, di berdewama pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo nahiyekirin û navçekirina deverên Herêma Kurdistanê, da ku hêsankarî ji bo karûbarên welatiyan were kirin, îro duşemê 13ê Hezîrana 2022yan de, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi qezaya Sêmêl a li sînorê parêzgeha Duhokê, bû nahiye.

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, ji roja derçûna vê fermanê ve, rêkarên îdarî yên pêwîst ên ji bo vê mebestê, têne cîbicîkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bîranîna qurbanyên peqîna Sîba Şêxidir û Gir’zêr û komkujya gundê Koço l komelgeha Şarya

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekezî li ser hemahingiya di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de kirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok