شبكة لالش الاعلامية

Li Şengalê ji nû ve vekirina gorên komî

Li Şengalê ji nû ve vekirina gorên komî

Îro Duşemê, tîmên netewî yên têkildarî vekirina gorên komî yên li Şengalê, li yek ji gundên wê navçeyê careke din dest bi kar kirin.

Rêveberê Rêxistina Belgekirina Êzidiyan, Xeyrî Elî Îbrahîm ji ajansa Şefeqê re ragihand, “Tîma niştimanî ya Dezgeha Şehîdan û Dezgeha Gorrên Komî dê bi vekirina gorên komî li gundê Qniyê yê rojhilatê Şingalê dest bi karê xwe bike.” Îbrahîm anî ziman, “şeş şûnwarên goran li wê deverê hene”, û da zanîn ku “gorên komî termên qurbaniyên êzîdî yên ku di sala 2014an de li ser destên DAIŞê hatin kuştin dihewîne.”

Wî diyar kir ku “desthilatên têkildar bêtirî sî gorên bikom ji 87 goran vekirin”, û tekez kir ku “bermahiyên wan tên veguhestin dema ku têne dîtin bo Dezgeha Bijîşkiya Dadwerî li Bexdayê ji bo naskirina nasnameyên wan.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyamek ji Bingehê Laliş derbarey bûyera tîroristîya evro li Dihokê

Lalish Duhok

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

Lalish Duhok

 Serdana Horian ji bo xwandina Kurdî ya li KomelgehaTalbana that kirin

Lalish Duhok