شبكة لالش الاعلامية

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

BasNews – Hejmara kesên ku li devera Derkarê ya Zaxo di topbarana artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Nojdarekî nexweşxaneya tengaviyan ya Zaxo ji BasNewsê re got, hejmara kesên ku di topbarana îro ya artêşa Tirkiyê de li gundê Perex yê Zaxo canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Wî nojdarî her wiha da zanîn, di wê topbaranê de 23 kes jî birîndar bûne û rewşa hinek ji wan baş nîne, loma dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Li gorî agahiyên BasNewsê, beşek ji birîndaran bo Duhokê hatine şandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

HESEKÊ – Xwîna zarokan tevlî ya dê û bavan bûye

Lalish Duhok

Keçên êzîdî li Mûsilê ji bo Teleferê hatin veguhestin

Lalish Duhok

Ebadî bi geşbînî Koşka Spî bicîh hişt

Lalish Duhok