شبكة لالش الاعلامية

Derbarê bûyera li Dêrik de ku bû sedema mirina 20 kesan biryarek derket

Derbarê bûyera li Dêrik de ku bû sedema mirina 20 kesan biryarek derket

Hewlêr (Rûdaw) Her 2 şofêrên TIRên ku di qezaya li navçeya Dêrik a Mêrdînê de ketin nav girseya gel û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Têkildarî qezaya metirsîdar a duh ku li navçeya Dêrik a Mêrdîn çê bû û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan, geşedaneke nû çê bû.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, 2 şofêrên TIRên ku li Dêrikê bi lezeke zêde ketin nav girseya gel, piştî ku tedawiya wan li nexweşxaneyê bi dawî bû, îro rakirin rêvebiriya polîsan û piştî ku îfadeyên wan hatin wergirtin, bo Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê hatin şandin.

Dadgehê derbarê her du şofêran de bi tohemta bi xemsarî bûne sedema mirin û birîndarkirina zêdetir ji kesekî biryara girtinê daye û ew her du kes bo girtîgehê hatine veguhastin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu îro di serdana xwe ya bo navçeya Dêrikê de ragihandibû, “Bûyer bi hemû aliyên xwe ve tê lêkolînkirin. Xemsarî an qesdek eger hebe, her çi be dê hemû pêvajo bê lêkolînkirin.”

Soylu herwiha gotibû, her du şofêrên TIRan hatine desteserkirin.

Duh Şembiyê 20ê Tebaxa 2022an di bûyerekê de li navçeya Dêrikê ya ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ve, du barhilgirên ku tê gotin frênên wan teqiyabûn, ketin nav girseya xelkê û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî otopsiyê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan hatin kirin.

Nasnameya 17 kes ji 20 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, heta niha hatiye eşkerekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş pîrozbahîyê li berêz (Saîdo Çato) di ket bo wergirtna postê serokê civata parêzgeha Naînewa

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Li Swêdê di teqînekî de 16 kes birîndar bûn

Lalish Duhok