:wezîrê herêmê bo karubarên pêkhatan
.serokê hikumetê berdewam tekezê li parastina mafê êzdyan dket
.tora laliş ya ragehandinê
bi merema gehandna daxwazyên êzdyan,mîr “hazm tehsîn beg” mîrê êzdyan û “s’ud misto” rêveberê giştî yê karubarên êzdyan,seredana berêz “aydin me’ruf” wezîrê herêmê bo karubarên pêkhatan li ofîsa wî li hewlêrê krin.
eve û dhevdîtnê da mîrê êzdyan bi têr û teselî behis li rewş û êş û azarên êzdyan kir û daxwaz li wezîrî kir btir gringyê bi mafê êzdyan bden çi l herêma kurdistanê û bi taybet jî êzdyên şingalê û doza êzdyan li ser astê nêv dewletî.
wezîrê herêmê bo karubarên pêkhatan dyarkir;li ser rasparda serokê hkumeta herêma kurdistanê mesrur barzanî,ku tekezê li wê çendê dket ku her çî dişyan da bit wek mafî pêkhata yê parastî bit û btir xizmetgozaryan pêşkêşî wan bken û serê hemû pêkhata jî êzdî,çinku ewa hatye serê êzdyan wêne nebû li cîhanê.
aydin me’ruf got:”berdewam li dîdar û konifransên xo yên fermî û yên encumenê wezîran û yên jdervey encumenî û welatî û bi rêya ajanis û rêkixrawên nêv dewletî,ew êş û azarên cvaka êzdî dgehînne wan ku bi zûtrîn wext harîkarya êzdyan bken û rêkkeftna hewlêr û bexda bête bichînan,çinku take rêge çareserî ye bo asaykirna rewşa şingalê û xelkî me bi zvirte ser cî û warên xo bi serferazî û seqamgîrya êmnahyê li deverê peyda bibt”.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî