شبكة لالش الاعلامية

Mîr Hazim Mîrê Êzidyan bo Dengê Laliş: Dê seredana Bexda ke‌n

Mîr Hazim Mîrê Êzidyan bo Dengê Laliş: Dê seredana Bexda ke‌n

Tora Laliş ya ragehandinê /Raed Xanim

Biryare li demekê nêzîk Mîrê Êzidyan û Civata Rohanî digel mezinên Êzidyan, seredana Paîtextê Îraqê bikin û rewşa awaran û devera Şingalê gotubêj bikin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidyan li Kurdistanê û Îraqê û Cîhanê di daxuyanyeka taybet da, bo Dengê Laliş ragehand, eve bihtr ji heşt salaye xelkê me yê aware û derbedere û li bin xîvetan da jiyana xo derbaz dikin û rewşa wan gelek ya xrabe, dibin vê germa werzê havînê û sermaya werzê zivstanê da jiyana xo diborînin, lewra bo vê meremê biryare li demekê nêzîk digel Civata Rohanî û mezinên Êzidyan seredana Bexdayê biken û dê daxwaz ken rêkkefitna asayîkirna rewşa Şingalê bête bicihînan û aware vegerne ser cih û warên xo ûxelk bête qerebûkirin. gotjî em dengê xo digehînine Hikumetên Bexda û Hewlêrê û hemû cîhanê,xo li rewşa Êzidyan bikene xudan û ji vê jiyana perîşan ya xîvetan qurtal bibin.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Lalish Duhok

Neteweyên Yekbûyî stranbêja Kurd xelat dike

Lalish Duhok

Mistefa Kazmî bo Rûdawê: Em helwesta PKKê red dikin

Lalish Duhok