شبكة لالش الاعلامية

Zarokeke Kurd a Êzdî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Zarokeke Kurd a Êzdî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Zaroka Kurda Ezidî ya bi navê  Canê Heyder ji kampa Holê ya li Hesekê hate rizgarkirin.

Mala Êzdî li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdsitanê ragihand ku, bi hevahengî ligel Rêveberiya Kampa Holê û Hêzên Ewlehiyê li wê kampê, zaroka Êzdî ya bi navê Canê Ziyad Heyder a 15 salî ji nav Kmpa Holê hate rizgarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Mala Êzdî tekez kir ku “Canê Ziyad Heyder li cem wan e û ew zarok ji gundê Solax ê ser bi Şingalê ye û sala 2007an ji dayîk bûye. Ew jî ligel hezarên jin û zarokêan li ser destên çekdarên DAIŞê, 03/08/2014yan hatibû revandin  niha li cem Mala Êzdî ye.”

Tê zanîn ji sala 2019yan ve, piştî şikestina çekdarî ya DAIŞê li Baxozê, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê û kesnê revandî li nav Kampa Holê û Kampa Roj hatin bicihkirin û her demekê hinek ji wan kesên revandî têne naskirin û rizgarkirin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a çalak dubare dikim

Lalish Duhok

Gundiyê Kelhokê Meclisa xwe avakirin

Lalish Duhok

BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran

Lalish Duhok