شبكة لالش الاعلامية

‎Konfiransê nivîsîngeha( Şêxka) bi serkeftiyane bi dumahîk hat.

‎Konfiransê nivîsîngeha( Şêxka) bi serkeftiyane bi dumahîk hat.

Tora Laliş ya ragehandinê.

li rêkkeftî /2022/10/10 nivîsîngeha Laliş(Şêxka) konfiransê xwe yê sêyê encamda, Bi hazirbûna endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ku pêkhatibûn ji hêjayan (Xelef Rlyas, Serokê lijnê û (Dawid Murad Xetarî û Karwan Hecî Ba’edrî) endamên lijnê) li gel parêzer (Hanî Firman).

Li destpêkê peyva bixêrhatin hate gotin ji layê (Nasir çukî), berpirsê nivîsîngehê ve..

Dûvda dest bigêrana kongreyî hatekirin ji alyê rêzdar (Xelef Elyas) ve.

Paşan raporta rewşenbîrî û darayî hate xwandin ji layê  (Nasr Çukî) ji pêş endamekî novîsîngehê ve û dergehê danûsitandinê li ser raportê hatekirin.

Piştî gengeşe bi dumahî hatî û tavahîya raportan hatîne xwandin û hatine pesendikrin.

Dest bi helweşandina desteya nivîsîngeha bingehî hatekirin û supasîya desteya kevin hate kirin.

Paşan dengdan hatekirin li şêwazê helbjartina û zorbeya berhevbûyan şêwazê (lîst) helbijartin û paşan dû lîst hatine pêşkêşkirin lîstek bi navê( Hêriş ‘elî) û lîsteka dî bi navê( Eyaz     Misto) xwe berbijêrkirin.

58 kesan dengda lîsta (Eyaz misto)

40 kesan dengda lîsta (Hêriş)

1 deng puçel (batil) bû

Desteya helbijartî ya nû pêkhatîye ji :-

– Eyaz Misto Bîbo

– cegerxuîn Silo

– Yasîn Heyder Remo

– Heval Heyder Murad

– Hîwan xudêde Gavan

Li dumahiyê lîjna serperişt pîrozbahî li desteya nû ya helbijartî ya nivîsîngehê kir û hîvya serkeftinî ji wanre xwast.

00S.A

 

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

Lalish Duhok

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

Lalish Duhok

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

Lalish Duhok