شبكة لالش الاعلامية

Desteya Bilinda Bingehê Laliş pişikdarî civîna Mîrê Êzidiyan bû

Desteya Bilinda Bingehê Laliş pişikdarî civîna Mîrê Êzidiyan bû

Dihok- Tora Laliş ya ragehandinê

Îro li Peristgeha Pîroza Laliş bi destpêşxerîya Mîrê Êzidiyan bi berhevya civata rohanî û desteya şêwirmendya wî, civîneka taybet bi Bingehê Laliş û senterê rawêjkarîy Êzidiyan (sentrall rad) re li Elmanya û sazya Êzidiyan bo berhengarya cînosaydan li Cinêf ê encamda.

Di civînê da rêzdar (Se’îd Cirdo) Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî û endamên desteya bilind berhevbûn.

Her di civînê da behis li mîkanîzma damezrandina înistyoteka ekadîmya olî ya Êzidiyan bi hemahengî bi Bingehê Laliş re hatekirin.

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş berhevya Bingehê Laliş diyarkir bo her hemahengyekê.

Herwesan di civînêda behis li projê yasaya cînosayda Êzidiyan  bi merema nasandinê li perlemanê Elmanya hatekirin û boçonên hemû aliyan hatine xwandin û dê reşnivîsek bi serperiştya Mîrê Êzidiyan hête nivîsîn û hemû daxwaziyên Êzidiyan têda hêne cêbecêkirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Danustandinek vekrî li dor(Êzdiyatî di navbera rîform û gorankaryan de) hat kirin

Lalish Duhok

Bi mûşekan êrişî stûnên weşana radyo û televîzyona Duhokê kirin

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo Bingehê Laliş Tayê Şarya hate helbijartin.

Lalish Duhok