شبكة لالش الاعلامية

Ji bo yekem car Fîlmên Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê di nav kampên penaberan de tê pêşandan

Ji bo yekem car Fîlmên Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê di nav kampên penaberan de tê pêşandan

BasNews – Ji bo yekem car beşek ji fîlmên nehem Festîvala Navnetewî ya Fîlm li Duhokê di nav kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê tên pêşandan.

Berpirsê ragehandina 9emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlm li Duhokê Hesen Arif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zêdetir ji 100 fîlmên kurdî û biyanî di festîvalê de beşdarin û ji ber peyama 9emîn festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê li ser koçberiyê ye, ji ber wê jî beşek ji fîlmên vê festîvalê di kampa penaberan de dê bên pêşandan.’’

Berpirsê ragehandin 9emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê got: ‘’Di dîroka Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê de yekem care ku fîlm di nav kampa penaberan de bê pêşandan. Ew jî wekî ku min got peyama festîvalê li ser koçberiyê ye. Fîlmên dirêj ên festîvalê bi jêrnivîsa kurdî ve di kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê de tê pêşandan û armanca vî karî jî xizmet kirina ji penaberan re ye.’’

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne … Bingehê laliş pişkdarî di fîstevalekê de di ke

Lalish Duhok

keç û jinên Êzidyan helwistê xwe bi çêkrna şrînyan ji bo pishtevanî û harîkarî kirina peşmergehê qehreman derbirîn

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pîrozbahî li rêveberê Asayşa Şêxan kir

Lalish Duhok