شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş dîdara xwe ya 5 em wê li dar bixe

Bingehê Laliş dîdara xwe ya 5 em wê li dar bixe

Tora Laliş
li gorey bizav û çalakiyên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ji bo li darxistina dîdarên taybet bi rewşa Êzidyan ve li roja pênçşenbuyê wê dîdara xwe ya pêncem li rêkeftî12\1\2023 li demjimêr 2:30 piştî nîvro bi amade buna her yek ji (D.Muhemed Ihsan wezîrê mafê mirovî yê berê û D. Dîndar Zêbarî rêkxerê raspardên nîvdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Û Hisen Qasim Hesûn rawêjkarê serokê herêma Kurdistanê) li ser mijara (Cênûsayda Êzidiyan û Dadperwerî) li dar bixe .

Beşa lêkolinan ya Desteya Bilinda Bingehê Laliş pêxweşe her çalakvanek û rewşenbîrekî Êzidî li vê dîara pir giring amade bin û babetî pitir zengîn biken bi ray û boçonên xwe .

Tê zanin ev dîdar wê li Bingehê Laliş li Duhokê li Hola Şêx Şamo were li darxistin . amadebuna we zengîn kirina babetî ye.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Eskere Boyik: Kurdistan

Lalish Duhok

Efrîn- ENKS spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dike

Lalish Duhok

Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Lalish Duhok