شبكة لالش الاعلامية

Bi saya hewlên Mesrûr Barzanî hejmareke zêde ya nefta spî gihîştiye Herêma Kurdistanê û bi nirxekî kêmtir tê dabeşkirin

Bi saya hewlên Mesrûr Barzanî hejmareke zêde ya nefta spî gihîştiye Herêma Kurdistanê û bi nirxekî kêmtir tê dabeşkirin

BasNews- Piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê yekem karwanê nefta xav gihîşt Herêma Kurdistanê.

Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re roja 11ê Mijdarê serdana Bexdayê kir û li ser çend mijarên girêdayî pirsên hilawîstî gotûbêj kirin.

Wezareta Çavkaniyên Siruştî da zanîn ku, nirxê neftê berê 750 dînar bo her lîtreyekê hatibû diyarkirin, serokwezîr daxwaz kir ku ev nirx ji bo welatiyan were kêmkirin, lewma jî Wezareta Neftê ya Iraqê razî bû ku nirxê her lîtreyekê dakeve 500 dînar.

Wezareta Çavkaniyên Siruştî wê neftê bi heman buhayê li parêzgehên Herêma Kurdistanê, rêveberiyên xweser û navçeyên cuda yên Kurdistanê belav bike.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

400 rizgarbûyên êzdî ji Romanya re tên rêkirin!

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş pîroz diket

Lalish Duhok

bi video…Hêriş a Miyûnşinê çend kes bûn û armanc çi bû?

Lalish Duhok