شبكة لالش الاعلامية

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê: Grûpeke ser bi PKKê hat desteserkirin

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê: Grûpeke ser bi PKKê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku li Dihokê grûpek PKKyî û otombîleke ku tê de 3 teqemeniyên destçêkirî yên amade bo teqandinê hebûn, hatine desteserkirin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, roja 06-01-2023an li parêzgeha Duhokê grûpeke ser bi PKKê ve hatiye girtin.

Weke ku encumenî dibêje di heman demê de 3 bombe hatin desteserkirin û ajokarê otomobîlê dema veguhastina bombeyan hate girtin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku 2 endamên PKKê yên ku ji bo şopandina hin kesayetiyên leşkerî, siyasî û olî û organîzekirina êrîşên bombeyî li kampên Şarya, Bersivê, Kebertu û Şêxan ku Kurdên Êzidî lê dijîn hatine erkdarkirin hatine girtin.

Li gorî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hêmin Yûsif Xizir bi nasnavê “Heval Andok” û Ehmed Şemo Semîr hatine desteserkirin.

Hêmin Yûsif Xidir da zanîn ku di sala 2016an de li Şengalê tevlî PKK’ê bûye, 3 mehan perwerdeya leşkerî û siyasî dîtiye û piştre jê hatiye xwestin ku wî bişînin Qendîlê û ji ber wê jî reviyaye. Xidir got ku ew paşê dîsa bi “Rojhat” re têkilî daniye û ji bo komkirina zanyariyan li Şêxan û Duhokê hat erkdarkirin.

Xidir amaje bi wê yekê jî kir, ku ew ligel Ehmed Şemo li yek ji kampan hatine erkdarkirin ku “bombeyê biteqînin” û got, ew li kampa Xankê hatine girtin.

Ehmed Şemo jî diyar kir ku ew ji aliyê efserê îstixbaratê Rojhat ve hatiye erkdarkirin û li Duhokê wêneyên otombîlên berpirsan kişandiye û zanyariyan kom kiriye.

Şemo diyar dike ku ew bi Hêmin Yûsif re ji bo li yek ji kampan bombeyê biteqîni hatine erkdarkirin û ew li Kampa Xankê hatiye girtin.

Şofêrê taksiyê yê ku bi 3 bombeyên destçêkirî yên ji bo teqînê amade di wesayîta wîde hat girtin, îdia kir ku ew nizane di çenteyên ku emanet dane wî de çi heye û ew tiştek nizane.

 

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî li ser dabeşkirina yekem mûçeyên dîjîtalî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Laliş Şingal serdana Komîteya Brayetî dike

Lalish Duhok

Parêzgarê Dihokê cejina Cemayê li Êzidiyan pîroz kir

Lalish Duhok